Artêşa Îranê roja Yekşemê beriya serdana Netanyahu ya ji bo Washingtonê hişyarî da ku heke bombardûmana DYE’yê ku ev du roj in rawestiyaye dîsa dest pê bike, wê şerê li Rojhilata Navîn hîn xurtir û firehtir bibe.
Berdevkê artêşê Muhammed Akramîniya di televîzyona dewletê de wiha got, “Heke Emerîkî careke din ji aliyê Siyonîstan ve bên xapandin an jî bikevin ser xeta wan û bi taybetî bi êrîşên hewayî şer bidomînin, ev şer wê belavî qadên din jî bibe.”
Serokwezîrê Îsraîlê roja Sêşemê li ser alozî û rageşiya ku dîsa di navbera DYE û Îranê de zêde bûye, li Qesra Spî bi Serokê DYE’yê re dicive. Ev hevdîtin di navbera her du rêberan de di demeke wiha de çêdibe ku tevî tifaq û hevkariya wan a eşkere jî, hin nakokî di navbera wan de derketine holê.